• Monday, 23 February 2026
logo

Aliyên Iraqî: Tirkiye û PKK hebin, operasyon nabe

Gulan Media October 9, 2016 Nûçe
Aliyên Iraqî: Tirkiye û PKK hebin, operasyon nabe
Piraniya aliyên siyasî yên Iraqê, li dijî hebûna hêzên Tirkiyê yên li Başîqayê ne û dibêjin divê Tirkiye leşkerên xwe vekişe.

Dema destpêkirina operasyona Mûsilê nêzîk dibe lê daxuyaniyên hemberî hev ên Bexda û Enqerê yên li ser hebûna hêza leşkerî ya Tirkiyê li derodra Mûsilê, di nava aliyên siyasî yên Iraqê de rê ji gengeşiyê re vekiriye.

Aliyên siyasî dibêjin metirsî heye ku ev nakokî pêvajoya operasyonê jî têk bide.

Parlamenterê sunnî Hamid Mûtlek dibêje, Iraq li ser berjewendiya dewletên cîran dabeş bûye û ev yek jî bandorê li paşeroja welat dike.

Mutlek ku di heman demê de li parlamentoyê endamê Komîsyona Ewlekariyê ji Rûdawê re got, “Îran bi awayekî eşkere destwerdana îradeya siyasî ya Iraqê dike. Tirkiye destwerdana leşkerî dike. Qeter û Erebîstana Siûdî jî heman awayî destê xwe ji karên navxwe nakişin. Hemû dewletên cîran hewl didin di nava Iraqê de pêgeha wan çêbibe. Ev yek jî xeletiya welatê me ye.”

Parlamenterê kurd û endamê Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê Ebdulezîz Hesen jî diyar kir ku hêzên Tirkiyê li ser daxwaza serkirdeyên sûnnî hatine Iraqê û got, “Eger di nav aliyan de rêkeftinek pêşdem çênebe, dibe ku di navbera Heşa Şeibî û Heşda Nîştîmanî û herwiha leşkerên tirk de şer derbikeve.”

Hesen herwiha ragihand, “Heta hêzên Tirkiyê li derdora Mûsilê mabin, operasyona rizgarkirina bajêr jî dest pê nake.Ji ber vê yekê jî divê di navbera hikûmeta Iraqê û hevpeymaniya navdewletî rêkeftinek bê kirin.”

Ne razîbûn aliyên siyasî tenê ne li ser hebûna leşkerên Tirkiyê ye. Belku hebûna gerîlayên PKKê li Şingal û derdora Mûsilê, aliyên tirkmen jî nîgerand ike.

Parlamenterên tirkmen daxwazê ji hikûmeta Iraqê û hevpeymanan dikin ku PKKê jî ji wê herêmê dûr bixin.

Parlamenterê tirkmen Hesen Turan derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got, “Ne rast e ku hêzeke xeyrî Iraqî yê weke PKKê di nava Iraqê de bimîne. Ti hêncetek wan jî nîne ku beşdarî operasyona Mûsilê bibin.”

Parlamentoya Iraqê roja 4ê Cotmehê daxwaz ji Tirkiyê kir ku tevgera leşkerên xwe yên li nav axa Iraqê nehêle û hêzên xwe vekişe.
Top