• Monday, 23 February 2026
logo

PKKê bi wesayîta bombekirî êriş kir

Gulan Media October 9, 2016 Nûçe
PKKê bi wesayîta bombekirî êriş kir
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîlayên PKKê bi wesayîta bombekirî êrişî Qereqola Piradûrê (Durak) kirin.

Li gor agahiyên Rûdawê li gundê Piradûr ya Şemzînanê, gerîlayên PKKê bi wesayîta bombekirî êrişî qereqola leşkeran kir.

Piştî teqînê hejmareke zêde ambulans û wesayîtên zirxî yên leşkerî bo cihê bûyerê hatin şandin.

Herwiha piştî erîşê pevçûnê dest pê kir û heta heyamekê gundî jî di malên xwe de asê man.

Li gorî daxuyaniya parêzgeriya Colemêrgê di encama teqînê de 9 leşker mirin, 30 leşker û sivîl jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.

Piştî êrîşê li ser rê çaleke ku firehiya wê 15 mêtro, kurahiya wê jî 7 mêtro çêbû.

Rudaw
Top