• Monday, 23 February 2026
logo

Balyozê Iraqê yê Enqere: Ew ne karê Tirkiyê ye

Gulan Media October 8, 2016 Nûçe
Balyozê Iraqê yê Enqere: Ew ne karê Tirkiyê ye
Balyozê Iraqê yê Enqerê Hîşam Elewî ragihand ku Tirkiye hebûna PKKê û DAIŞê dike hêncet da ku li Başîqayê bimîne û got, “Heger leşkerên xwe venekişin dê helwesteke me yê cuda hebe.”

Hîşam Elewî beşdarî bûltena Rûdawê bû û derbarê krîza di navbera Enqere û Bexdayê de axivî.

Elewî ragihand, “Tirkiye ji bo mayîna lşekerên xwe li Iraqê hêncetan digere. Hebûna PKKê û DAIŞê ya li herêmê, ji xwe re dike hêncet. Herwiha dibêjin ku wan ji bo hatina leşkerên xwe, ligel parêzgarê berê yê Mûsilê û Herêma Kurdistanê rêkeftin pêkanîne.”

Li ser pirsa “gelo we ev mijar ligel berpirsên Tirkiyê gotûbêjkiriye?” Elewî got, “Heta niha me hevdîtin nekiriye lê em ê di demekî nêzîk de derbarê vê mijarê de hevdîtinan bikin.”

Hîşam Elewî da zanîn ku wan ji berpirsên herdu aliyan xwestiye ku li hember hev daxuyaniyên tund nedin da ku pêwendiyên aliyan têk neçe.

Balyozê Iraqê li Enqerê diyar kir ku hêzên welatên din bi destûra Iraqê hatine nav axa Iraqê û serweriya welatê wan binpê nekirine.

Derbarê daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê ku Iraqê weke “welatekî parçekirî” binav dikin, Hîşam Elewî wiha axivî:

“Em welatekî federal in. Hikûmeteke me yê hilbijartî û rewa heye. Desthiladariyeke bi hêz ê navendî nebe, ev yek nayê wê wateyê ku Iraq parçe bûye. Jixwe ev e ne karê Tirkiyê ye. Divê Tirkiye rêzê ji serweriya xaka Iraqê re bigre. Em nikarin krîzeke demdirêj çêbikin. Eger Tirkiye li ser mayîna leşkerên xwe rijd be dê helwestê me jî cuda be.”


Roja 4ê Cotmehê Parlamentoya Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kir ku hêzên xwe li aniya Başîqa ya Mûsilê vekişe.

Piştî vê daxuyaniyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî heman awayî daxwaza vekişandina leşkerên tirk kir.

Lê berpirsên Tirkiyê di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku ew bi destûra Iraqê çûne herêmê.

Rudaw
Top