Pênc firekesyonên parlementoya Kurdistanê daxuyaniyek belavkirin
Îro 8 Cotmehê, herpênc firekesyonên parlementoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku, wênek gihşte dest BasNews eşkeredikin ku, çênabe Kurdistan bibe beşek ji milmilaniya iqlîmî, jibo ku Herêma Kurdistanê bimîne bi hêz û armancê gelê Kurd pêkbên.
Deqê Daxuyaniya firekesyonê Parlementoya Kurdistanê:
Daxuyaniya herpênc firekesyonên parlementoya Kurdistanê jibo vekişandina artêşa Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê
Piştî xebatek dirêj û qurbaniyên mezin ên Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê, gelê Kurdistanê niha hin mafên xwe bidestxistine, jibo herêma bihêz û parastî bimîne û pêngavên zêdetir jibo pêkanîna aramncên netewe û welatê me pêkbên, pêwîste em nebin beşek ji milmilana iqlîmî û navdewletî, divê bi ti cûreyî nekevin nav milmilniya heye ku ziynê bighînz doza miletê me ya rewa yan jî wê biderengbixe, di heymên borî de beşek ji artêşa Tirkiye sînorê herêma derbaskir û li nav axa herêmê de cîgirbûye.
Hebûna vê hêza artêşa Tirkiye, binpêkirina biryara parlemena Kurdistanê ye, ji aliyekî din ve jî binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê ye, em b I hêvîne di zûtirîn dem de ew hêz bigşe jibo welatê xwe û hemû alî rêzê li serweriya hevdu bigrin.
08.10.2016
Firekesyên Gorran, YNKê, Komela Islamî, Partiya Komînîsta Kurdistanî û Tevgera Islamî li Kurdistan.
Basnews
