Seyda: Berê ji sedî 80 ji Sûriyan piştgîriya Kurd dikirin lê niha ji sedî 20 nemane
Seyda amaje kir ku, heta niha Amerîka û Rûsyayê jî li ser Sûriyê lihev nekirine, lewra Ewropî dixwazin karên hevbeş bi Amerîka re bikin, ji ber ku Ewropî gelek barê pirsgirêka Sûriyê hildigire, ji aliyekî ve pirsa penaberan û terorê ve.”
Seyda got, di korbendê amaje bi projeya netewî ya Erebî hate kirin, ku ew proje têk çû, divê ku niha li ser projeyên niştimanî were rawestandin, lê di hundir projeya niştimanî de, mafê hemû pêkhateyên netewî û olî di destûrê de bên parastin û bi awayekî baş beşdarî rêvebirina welat bibin. Herwiha heger li welatekî desthilat li gor (Piranî, kêmanî) bê birêvebirin, ev sîstem ti pirsgirêkan çareser nakin.
Seyda amaje bi ezmûna Iraqê kir û got, li Iraqê destûr heye, lê bawerî bi destûrê nayê kirin, loma divê mîkanîzmek hebe ya dadgehene bêalî hebin, da ku di pirsgirêk û nakokiyan çareser bikin.
Seyda got, li Rojava Kurdistanê hêza PYDê heye, ku hêza xwe rêjîmê distîne, herwiha pêwendiyên wê Îran û Rûsyayê re hene, lê gelê Rojava ji rêveberiya PYDê nerazî ye, ji ber wê bêhtirî milyonek welatî û ji sedî 90 xort koçber bûne. lê ji aliyekî din ve.
Seyda amaje bi wê yekê kir jî, ku berî şoreşa Sûriyê ji sedî 80 ji Erebên Sûriyê piştgîriya Kurd dikirin, lê niha ji sedî 20 nemane, ev yek tê wateya ku şaşîtiyeke mezin çê bûye, lewra divê Kurd bi her du aliyên xwe PYD û ENKSê bi awayekî baş kar bikin.
Derbarê pêşniyara Nûnerê NY yê Taybet bi Sûriyê Steffan De Mistura kir û got: “Diyar e Rûsya dê projeya Fransayê qebûl neke, lê ewê pêşniyara De Mistura qebûl bike. Projeya De Mistura jî dibêje ku, dê bi hezaran çekdarên Fetih El-Şam ji Helebê derxe, bo Heleb wêrantir nebe, lê xwaziya De Mistura ev yek ji rêjîmê xwastiba. Diyar e pêşniyara De Mistura berjewendiyên Rûsyayê bicih tîne.”
Seyda got jî: “Îro guhartineke demografî li deverên Kurda çê dibe, divê PYD şaşîtiyên xwe qebûl bike û li siyasetên xwe vegere, lê PYDê Serokê ENKSê ji Rojava derdixîne û PYD dibêje, yên wek me bila derkeve, heta partiya Beis bi vî zimanî nediaxivî. Herwiha kî rexnê jî bike bi xiyaniyetê tê tawanbarkirin.”
Ji Herêma Kurdistanê, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî, Emîndarê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn, Serokê Enustûta Lêkolînên Rojhilata Navenî Dilewer Eladîn beşdarî konferansê bûne. nêzîkî 10 şandên pispor yê di warê siyasî û akademisyenên Rojhilata Navîn beşdar in û li ser guhartinên herêmê çendîn daniştin û guftûgo bi rê ve diçin, bi taybet derbarê pirsa Sûriye, pêşeroja Iraq û pirsa hikûmraniya herêmê û rola hêzên herêman û hêzên Navdewletiya Navdewletî li Rojhilata Navîn de.
K24
