• Monday, 23 February 2026
logo

Yawer: Hewlêr û Bexda bo şerê Mûsilê rêkeftin

Gulan Media October 8, 2016 Nûçe
Yawer: Hewlêr û Bexda bo şerê Mûsilê rêkeftin
Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, ji bo operasyona rizgarkirina Mûsilê Hewlêr û Bexda û hêzên hevpeyman rêkeftin.

Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji K24ê re ragehand, amadekariyên temamî bo operasyonê hatiye kirin û tu fermandarek jî nikare dema destpêkirina operasyonê aşkera bike.

Cebar Yawer ragehand, rêkeftin di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê û hêzên hevpeymanên navnetewî de li dijî DAIŞê li ser asta bilind de pêkhatiye.

Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge amaje bi vê jî kir, ku beşdarbûna milîsên Heşdî Şeibî û milîsên Heşdî Niştimanî ya sunne li gel artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge di operasyona rizgarkirina Mûsilê de wê pêkbê.

Li gor gotinên Cebar Yawer piştî rizgarkirina bajarê Mûsilê, encûmena parêzgehê, parêzger û cîgirê wî wê bajêr birêve bibin û artêş, polîsê îtîhadî û polîsê Mûsilê jî wê parastina asayîşa Mûsilê bigrin serxwe.

Basnews
Top