ENQERE – 2 xwekujan xwe teqand
Li navçeya Haymana ya Enqerê, dema hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirin, otomobîlekî bombebarkirî hate teqandin.
Waliyê Enqerê Ercan Topaca çû cihê bûyerê û ragihand, “Li ser îxbarê hêzên ewlekariyê li Haymanayê dest bi operasyonê kir. Di dema operasyonê de du xwekujan xwe teqand.”
Walî da zanîn ku yek ji xwekujan jin e û yê din jî kesekî bi navê Harun Arslan e û xelkê Bîngolê ye.
Li gorî gotina Ercan Topaca dibe ev kes endamên PKKê bin.
Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de hê jî ti agahî nehatine stendin.
Rudaw
