• Monday, 23 February 2026
logo

AMERÎKA – Leşkerên tirk bêyî razîbûna Iraqê li wir in

Gulan Media October 8, 2016 Nûçe
AMERÎKA – Leşkerên tirk bêyî razîbûna Iraqê li wir in
Nûnerê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dîjî DAIŞê Brett McGurk got, “Ji bo operasyona Mûsilê plan û amadekarî hene. Ji bilî vê yekê, beşdarbûna hêzên din ên çekdar dê bibe pirsgirêkek cidî.”

Brett McGurk beşdarî civîna rojnamevanî ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bû û bersiv da pirsên rojnamevanan.

Mc Gurk derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê yê li serbazgeha Başîqayê axivî û got, “Di vê mijarê de prensîbên me eşkere ne. hemû çalakiyên leşkerî yên li Iraqê, divê bi razîbûn û destûra hikûmeta navendî pêk werin. Em jî weke hêzên koalîsyonê, bêyî razîbûna hikûmeta Iraqê ti gavekî navêjin.”

Nûnerê Obama yê Hevpeymaniya Navdewletî got ku ew giringî didin serwerî û yekparçebûna axa Iraqê û diyar kirk u leşkerên Tirkiyê bêyî razîbûna hikûmeta Iraqê li Başîqayê ne.

McGurk da zanîn ku ew hêzên ji aliyê Tirkiyê ve hatine perwerdekirin dê dibin fermandariya Artêşa Iraqê de beşdarî operasyona Mûsilê bibin û wiha pêde çû;

“Ji bo operasyona Mûsilê plan û amadekarî hene. Ji bilî vê yekê, beşdarbûna hêzên din ên çekdar dê bibe pirsgirêkek cidî. Ji bo em vê pirsgirêkê bi rêyên dîplomatîk çareser bikin, ligel Bexdayê karê hevbeş dikin.”

Hêjayê gotinê ye ku Iraqê jiber hebûna leşkerên li Başîqayê Tirkiye giliyê Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kiribû.

Rudaw
Top