• Monday, 23 February 2026
logo

Felah Mistefa: Pêşmerge derbasî nav Mûsilê nabe

Gulan Media October 8, 2016 Nûçe
Felah Mistefa: Pêşmerge derbasî nav Mûsilê nabe
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, Pêşmerge dê tevlî operasyona Mûsilê bibe lê derbasî nav bajêr nabe.

Felah Mistefa derheqê operasyona Mûsilê de ji televîzyona France24 re axivî.

Mistefa diyar kir ku amadekariyên şerê azadkirina Mûsilê gihîştine qonaxa dawî û got, lê divê ji bilî rêkeftinên serbazî, rêkeftinek siyasî jî li ser qonaxa piştî azadkirina Mûsilê jî were kirin, çimkî eger wisa nebe şer û nakokî dê dîsa serî hilde.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Kurdistanê her li ser rola Pêşmerge di şerê Mûsilê de jî got, Pêşmerge dê tevlî operasyonê bibe lê derbasî nav bajêr nabe.

Wî rayedarê Herêma Kurdistanê anî ziman ku tê pêşbînîkirin bi destpêkirina şerê Mûsilê re derdora nîv milyon kes koçberî Kurdistan û deverên din bibin.

Basnews
Top