• Monday, 23 February 2026
logo

Milîsên Şîe bajarokek radestî DAIŞê kirin

Gulan Media October 8, 2016 Nûçe
Milîsên Şîe bajarokek radestî DAIŞê kirin
Milîsên Heşdî Şeibî li hember êrîşekî rêxistina tund a DAIŞê şikestin û beşek bajarok hate dagirkirin.

Malpera Qudsî Ereb bi zimanê çavkaniyekî ewlehiyê ya Iraqê belav kir, ku duh 07.10.2016ê çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser başûrê bajarokê Şergatê ya parêzgeha Selahedînê û dest danîne ser awahiya qaymeqamiya bajarokê.

Roja sêşemê 20.09.2016ê serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên Iraqê Heyder Ebadî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarokê Şergatê ragehand.

21.09.2016ê milîsên Heşdî Şeibî û hêzên Iraqê karîbûn bikevin bajarokê Şergatê û bi temamî rizgar bikin.

Basnews
Top