Milîsên Şîe bajarokek radestî DAIŞê kirin
Malpera Qudsî Ereb bi zimanê çavkaniyekî ewlehiyê ya Iraqê belav kir, ku duh 07.10.2016ê çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser başûrê bajarokê Şergatê ya parêzgeha Selahedînê û dest danîne ser awahiya qaymeqamiya bajarokê.
Roja sêşemê 20.09.2016ê serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên Iraqê Heyder Ebadî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarokê Şergatê ragehand.
21.09.2016ê milîsên Heşdî Şeibî û hêzên Iraqê karîbûn bikevin bajarokê Şergatê û bi temamî rizgar bikin.
Basnews
