• Monday, 23 February 2026
logo

Hevserokê DBP Kamûran Yuksek azad bû

Gulan Media October 8, 2016 Nûçe
Hevserokê DBP Kamûran Yuksek azad bû
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek piştî şeş mehan ji girtinê hate azadkirin.

Kamûran Yuksek bi hiceta ku endamê rêxistina neyasayî ye hatibû girtin û Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ji bo Yuksek heta 15 salan cezayê girtîgehê daxwaz dike.

Piştî şeş mehan Hevserokê DBP ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê serbest hate berdan, lê li gir DBP heta niha 2 hezar û 500 endamên wan girtî ne.

K24
Top