• Monday, 23 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê: Hebûna PKKê dibe sebeba aloztirbûna Şingalê

Gulan Media October 8, 2016 Nûçe
Berpirsekî PDKê: Hebûna PKKê dibe sebeba aloztirbûna Şingalê
Berpirsê liqa Şingalê ya PDKê dibêje, hebûna PKKê li Şingalê bûye sebeba aloziyê ji ber wê jî divê PKK wê derê vala bike.

Berpirsê liqa Şingalê ya PDKê, Wehîd Bakozî ji BasNewsê re got, piştî şehîdkirina du pêşmergeyan li Şingalê, kesekî din jî bi kuştî hatiye dîtin. Bûyerên bi vî rengî dibin sebeba aloztirbûna rewşa Şingalê.

Wehîd Bakozî her wiha got, PKK guh nade ti pîvan û qanûneke hikûmetê û dezgehên fermî yên li wê deverê. PKK ji Şingalê re arîşeyan derdixe û eger PKK li wir bimîne dê rewşa wir aloztir bibe.

Wî rayedarê PDKê anî ziman ku tevahiya mezin û xelkê êzîdî daxwaz kirine PKK ji Şingalê derkeve, PKK jî divê guh bide wê yekê.

Basnews
Top