HDP û AK Partiyê bi hev re dest bi xebatan kir
Komîsyona lekolinkirina darbeyê bi dawibuna xebatên xwe dê raporeke amade bike. Ji ber ku hemû endamên diwana serokatiya komisyonê ji parlementerên AK Partiyê pêk tên, partiyên dijbereyê aciz in.
Li Parlamentoya Tirkiyê ji bo lekolînkirina hewla darbeya 15ê Tîrmehê komisyonek hate avakirin. Di komisyonê de 9 endamên AK partîyê, 4 endamên CHPê, endameke HDPê û endameke MHPê cîh digirin. Ji bo Serokatiya Diwana Komisyonê endam hatine hilbijartin û komisyonê dest bi xebatên xwe kir.
Serokê Komisyona Lekolinkirina Darbeyê Reşat Petek wiha got: “Gelê me bi awayekî yekbûyî li dijî kûtedayê derket. Em ê vê yekitiya xwe di xebatên komîsyonê de jî bidomînin. Em ê tevahiya 40 salên wê rêxistina îxanetê lê bikolin û rastiyan derxînin holê. Bila ti kes xemên vê yekê nexwe.”
Serokê komisyonê û hemu endamên diwana serokatîya komisyonê ji parlementerên AK Partiyê hatin hilbijartin. Partîyên dijbereyê ji vê yêkê nerazîne.
Cigîrê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel jî got: “Dê niha parlamento li hewla kûtedayê bikole.Tevahiya partiyan li dijî kûtedayê derketibûn. Ji ber vê diviya ku dîwana serokatiyê jî ji tevahiya partiyan pêk bihata. Diviya serok ji AK'ê, cîgir ji CHP'ê, berdevk ji HDPê û nivîser jî ji MHPê bûya. Lê AKP bi vî awayî dibêje ez kê hilbijêrim dê komîsyon wan guhdar bike. Lewra AKP ditirse ku lêpirsîn bigihe wê bi xwe.”
Komisyon dê di dema xebatên xwe bikare nêrîna hemû siyasetmedar, rêveber û karsazan bistîne.
Rudaw
