Nêzîkî 210 hezar kurdên cihû li Îsraîlê dijîn
Hunermend Beşîr Botanî ji heftenameya Bas re behsa rewşa kurdên cihû yên li Îsraîlê û serokê berê yê Îsraîlê Şîmon Peres kiriye.
Botanî diyar kiriye ku Şîmon Peres pir ji kurdên cihû hez dikir û tevlî piraniya çalakiyên wan dibû.
Beşîr Botanî her wiha gotiye, Şîmon Peres pir ji mûzîka kurdî bi taybet pir ji dengê duhok û zurnayê hez dikir.
Wî hunermendê kurd daye zanîn ku derdora 210 hezar kurdên cihû li Îsraîlê dijîn ku piraniya wan Zaxoyî, Duhokî û Sindorî ne.
Li gorî Beşîr Botanî, kurdên cihû salên 1950, 70 û 80, ji aliyê rêjîma Iraqê ve hatine sirgûnkirin û bo Îsraîlê hatine şandin.
Botanî diyar kiriye ku rewşa kurdên cihû li Îsraîlê baş e. 35 gundên wan heye, hinek cotkariyê dikin, hinek mamosta ne, hinek duktor, efser û serbaz in, hinek jî rewşenbîr û htd… ne.
Basnews
