• Monday, 23 February 2026
logo

Nêzîkî 210 hezar kurdên cihû li Îsraîlê dijîn

Gulan Media October 8, 2016 Nûçe
Nêzîkî 210 hezar kurdên cihû li Îsraîlê dijîn
Hunermendê kurd Beşîr Botanî dibêje, serokê berê yê Îsraîl, Şîmon Peres ku çend roj berê wefat kir, di piraniya çalakiyên kurdên cihû de beşdar dibû. Ew dibêje, Şîmon pir ji kurdên cihû hez dikir.

Hunermend Beşîr Botanî ji heftenameya Bas re behsa rewşa kurdên cihû yên li Îsraîlê û serokê berê yê Îsraîlê Şîmon Peres kiriye.

Botanî diyar kiriye ku Şîmon Peres pir ji kurdên cihû hez dikir û tevlî piraniya çalakiyên wan dibû.

Beşîr Botanî her wiha gotiye, Şîmon Peres pir ji mûzîka kurdî bi taybet pir ji dengê duhok û zurnayê hez dikir.

Wî hunermendê kurd daye zanîn ku derdora 210 hezar kurdên cihû li Îsraîlê dijîn ku piraniya wan Zaxoyî, Duhokî û Sindorî ne.

Li gorî Beşîr Botanî, kurdên cihû salên 1950, 70 û 80, ji aliyê rêjîma Iraqê ve hatine sirgûnkirin û bo Îsraîlê hatine şandin.

Botanî diyar kiriye ku rewşa kurdên cihû li Îsraîlê baş e. 35 gundên wan heye, hinek cotkariyê dikin, hinek mamosta ne, hinek duktor, efser û serbaz in, hinek jî rewşenbîr û htd… ne.

Basnews
Top