Yildirim: Daxûyaniyên Bexdayê metirsîdar in
Yildirim diyar kir ku, daxûyaniyên Bexdayê yên demên dawî gelek metirsîdar in. Armanca leşkerên wan a li Başîkayê ne seyran e. Leşkerên wan bi armanca şerê DAÎŞê li Başîkayê bicih bûne.
Yeldirin da zanîn ku, ji 60 welatan gelek pisporên leşkerî di çarçoveya tekoşîna li dijî DAÎŞê de li Iraqê ne, lewma hebûna Tirkiyê jî asayî ye.
Yildirim tekez kir ku, hebûna Tirkiyê ya li Iraqê ne meseleyekî nû ye. Demek direj ew ji bo aramiya Iraqê li wî welatî ne.
K24
