• Monday, 23 February 2026
logo

Bahoz bû karesat; 339 kes mirin

Gulan Media October 7, 2016 Nûçe
Bahoz bû karesat; 339 kes mirin
Hikûmeta Haitiyê ragihand ku jiber Bahoza Matthewê li seranserê welat 339 kesan jiyana xwe jidest daye.

Berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku ji ber bahozê erdên çandiniyê û avahiyan zirareke mezin dîtiye û 350 hezar kes mexdûr bûne.

Hate zanîn ku hêza bahoza Haîtiyê 4 pile bûye û di seetê 233 kîlometre bûye.

Hate gotin ku ev bahoz piştî erdheja sala 2010ê, mezintirîn karesata li vî welatî ye.

Jiber Bahoza Matthewê, li parêzgehên Florida, Georgia, Carolinaya Başûr û Bakur a Amerîkayê jî “rewşa awarte” hatiye ragihandin.

Rudaw
Top