• Monday, 23 February 2026
logo

Serokwezîrê Iraqê: Bila hêzên Tirkiyê hizir nekin ku bo seyranê hatine Iraqê!

Gulan Media October 7, 2016 Nûçe
Serokwezîrê Iraqê: Bila hêzên Tirkiyê hizir nekin ku bo seyranê hatine Iraqê!
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hebûna li hember hebûna hêzên Tirkiyê li devera Başîkê ya Mûsilê nerazîbûn nîşan da û got, bila hêzên Tirkiyê wisa hizir nekin ku li seyranê û geriyanê ne!

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê hebûna hêzên Tirkiyê li devera Başîkê de daxuyanî da.

Heyder Ebadî diyar kir ku wan ji Tirkiyê nexwestine hêzên xwe bişînin nav axa Iraqê û got: “Bila serbazên Tirk wisa hizir nekin ku bo seyran û geriyanê çûne Başîkê!”

Ebadî hişyarî da û ragihand ku dibe ku di navbera hêzên Iraqê û Tirkiyê de pevçûn derbikeve û wiha domand:

“Pêwîstî bi hebûna hêzên Tirkiyê nîne. Me ji Tirkiyê hêz nexwestine û li Iraqê leşkerên biyanî nîne. Serweriya Iraqê xeta me ya sor e. Divê Tirkiye hurmeta wê yekê bigre. Em naxwazin bi Tirkiyê re bikevin nav şer û aloziyê.”

Basnews
Top