• Monday, 23 February 2026
logo

Peyvdarê Hikûmeta Herêmê behsa hêzên Tirk li Başîkê dike

Gulan Media October 7, 2016 Nûçe
Peyvdarê Hikûmeta Herêmê behsa hêzên Tirk li Başîkê dike
Li daxuyaniyeka taybet ji bo Malpera KRG, Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hebûna hêzên Tirk li devera Başîk ragihand:

Piştî êrişa DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê û Îraqê, welatên hevpeyman û gelek welatên din alîkarî yên leşkerî û perwerdeya leşkerî pêşkêşê Herêma Kurdistanê û Îraqê kirin.

Her di vê çarçovê de, Bi haydarî û razîbûna Wezîrê Berevanî û Hikûmeta Îraqa Federal, du binkeyên perwedeya leşkerî li Duberdan û Başîk li nizîk Musilê hatine vekirin û amanca wan jî perwede a leşkerî bo polîs û hêzên xwebexşên Parêzgeha Neynewa ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankarî ji bo vê pirosêsê kiriye. Pisporên leşkerî yên Tirk li du cihan perwerde a leşkerî bi polîs û hêzên xwebexşên Parêzgeha Neynewa kirine û Wezîrê Berevaniya Îraqê serdana binkeyên perwedeya leşkerî yên Tirk kiriye.

Li dervey vî yekê, Serokatiya Herêmê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydarê çi programeka din nînin.
Top