• Monday, 23 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li gel balyozê Kuwaitê civiya

Gulan Media October 7, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî li gel balyozê Kuwaitê civiya

Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Kuwaitê yê li Îraqêkir.

Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Kuwaitê yê li Îraqê Salim Xesban Muhemed Elzemanan û şandeke pê re kir.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşhatin siyasî û leşkerî yên li deverê bi giştî û herwiha ew bûyerên ku tê payîn biqewmin hate kirin.

Balyozê Kuwaitê behsa rola qehremanane ya hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê û parastina tevahiya pêkhateyan bêyî ti cudatî kir û got: Em piştgîriya xwestek û xweziyên gelê Kurdistanê dikin û lazime civaka cîhanî jî di vê derbarê de berpirsiyartiyên zêdetir hilde ser xwe.

Li hember de jî Mesrûr Barzanî behsa beşdarî kirina hêzên pêşmerge di operasiyona azad kirina Mûsilê û herwiha pêdiviya proje û çareseriyeke nû bo tevahiya kêşeyên heyî yên li Îraqê kir û got: Lazime bingeha siyasî ya Îraqê bi awayekî nû were sazmandekirin ku li gel pir çandî, pêkhateyên etnîkî û olî yên li Îraqê de goncaw be daku li gel xwe û cîranên xwe de bi aştî bijîn.

Di dawiya hevdîtina han de behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera her du aliyan de hate kirin û tekez li ser bihêztir kirin û berfiretir kirina têkiliyên han di her warî de hate kirin.
Top