• Monday, 23 February 2026
logo

Heşda Şebî heta niha300 şêniyên Xurmatûyê revandiye

Gulan Media October 7, 2016 Nûçe
Heşda Şebî heta niha300 şêniyên Xurmatûyê revandiye
Nûnerê Serokên Hozên Ereb li Xurmatû amaje bi wê yekê kir ku, destê çekdarên Heşda Şebî di têkcûna rewşa ewlekariya bajarokê Xurmatû û gundewarên wê de heye.

Nûnerê Serokêeşîrên Ereb li Xurmatû Şêx Saîr Beyatî ragehand ku destê çekdarên Heşda Şebî di têkcûna rewşa ewlekariya bajarokê Xurmatû de heye, berî niha terorîstan rewşa ewlekariyê tekdabû, lê niha çekdarên milîsên Şîe bi eşkereyaî xelkê bê guneh dikujin û birîndardikin.”

Beyatî diyar kir ku çekdarên Heşda Şbî heta niha bi dehan welatiyên Xurmatû ji Kurd, Ereb û Turkimanan şehîd kirine.”

Nav htaî got: Heta niha 300 welatî li ser destê çekdarên Heşda Şebî hatine revandin û beşekî mezin ji wan jî heta niha nediyare ka li çi deverê ne, beşek jî bi pare hatine rizagarkirin, dawî kiryara wan jî, îro 6 Cotmehê welatiyekî xelkê bajarokê Silêman Beg li nêzîkî Amirlî revandin.”
Top