• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Kuweyt li Iraqê kir

Gulan Media October 7, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Kuweyt li Iraqê kir
Roja pênçşem 06.10.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Salim Xesban El Zimanan Balyozê nû yê Kuweyt li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Kuweyt li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo serdana xwe ya Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û her wiha silavên Mîrê Kuweytê bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokiya di navbera her dû aliyan hêviya pêşketin û aramiyê jî ji bo gelê Kurdistanê xwest.

Li beranber da Serok Barzanî spasî Mîrê Kuweytê kir û hêviya serkeftinê jî ji bo Balyozê nû yê Kuweyt li Iraqê xwest û ronahî xiste li ser girîngî û pêgeha welatê Kuweytê û pêşwaziyê jî li berfirehtirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Kuweytê kir.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û şerê terorê û serdana Serok Barzanî ya Bexda û peywendiyên di navbera her dû aliyan xistin ber behs û guftûgoyan.

Top