Nûnerê Êzdiyan: Li Şingalê PKK rasterast ferman li Hadî Amrî verdigre
Îro 06.10.2016ê nûnerê kurdên êzdî li parlamentoya Kurdistanê Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK li Şingalê fermanê li Heşdî Şeibî verdigre, ji aliyê Heşdî Şeibî ve çek û pare ji bo wan tê, alîkariyên leşkerî ji bo wan dikin û alîkariya darayî didin wan.’’
Şêx Şamo got: ‘’PKK wek hêzekî Heşdî Şeibî navê wan di lîsteya mûçe û budceya hêzên Iraqê de hatiye tomar kirin û fermanê rasterast ji serokê rêxistina Bedir û fermandarê giştî yê Heşdî Şeibî Hadî Amrî verdigrin û ew bixwe wan dixe amadebaşiyê .’’ herwaha ew karê ku PKK dike wek, karekî metirsîdar pênase kir.
Basnews
