• Monday, 23 February 2026
logo

Nûnerê Êzdiyan: Li Şingalê PKK rasterast ferman li Hadî Amrî verdigre

Gulan Media October 6, 2016 Nûçe
Nûnerê Êzdiyan: Li Şingalê PKK rasterast ferman li Hadî Amrî verdigre
Nûnerê êzdiyan li parlamentoya Kurdistanê amaje bi vê dike ku, PKK li Şingalê fermanê li fermandarê giştî yê Heşdî Şeibî Hadî Amrî verdigre.

Îro 06.10.2016ê nûnerê kurdên êzdî li parlamentoya Kurdistanê Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK li Şingalê fermanê li Heşdî Şeibî verdigre, ji aliyê Heşdî Şeibî ve çek û pare ji bo wan tê, alîkariyên leşkerî ji bo wan dikin û alîkariya darayî didin wan.’’

Şêx Şamo got: ‘’PKK wek hêzekî Heşdî Şeibî navê wan di lîsteya mûçe û budceya hêzên Iraqê de hatiye tomar kirin û fermanê rasterast ji serokê rêxistina Bedir û fermandarê giştî yê Heşdî Şeibî Hadî Amrî verdigrin û ew bixwe wan dixe amadebaşiyê .’’ herwaha ew karê ku PKK dike wek, karekî metirsîdar pênase kir.

Basnews
Top