• Monday, 23 February 2026
logo

PJAKê piştrast kir: Komek gerîlayên me li Kirmaşanê şehîd bûne

Gulan Media October 6, 2016 Nûçe
PJAKê piştrast kir: Komek gerîlayên me li Kirmaşanê şehîd bûne
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK, baskê PKKê li Kurdistana Rojhilat) piştrast kir ku komek gerîlayên wan li herêma Selas Bawecanê ya Kirmaşanê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin.

Du roj berê pasdarên Îranê ragihandibûn ku 12 gerîlayên PJAKê li devera Selas Bawecanê ya Kirmaşanê kuştine.

Derheqê wê bûyerê de, PJAKê daxuyaniyek nivîskî belav kir û kuştina gerîlayên xwe ji aliyê pasdarên Îranê ve piştrast kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku gerîlayên wan roja 4ê vê mehê, di encama komploya pasdaran û milîsên kurd de hatine kuştin.

PJAKê daye zanîn ku dê agahiyên zêde derheqê wî şerî de belav bikin.

Basnews
Top