Siyasetmedarê Sunnî: PKK beşdar bibe em ê jî bibin!
Esîl Nûceyfî ji Rûdawê re got, “Em dixwazin Artêşa Tirkiyê li Iraqê bimîne. Ev yek pêwîstî ye, jiber ku ew perwerde didin Heşda Nîştîmanî.”
Derbarê pirsa “gelo dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin an ne?” Nûceyfî wiha bersiv da:
“Eger Heşda Şeibî û PKK dikarin beşdar bibin, em çima beşdar nebin.”
Hebûna lişkerên tirk ên li herêma Başîqa ya Mûsilê, di navbera Tirkiye û Iraqê de bûye sedema krîzê.
Parlamentoya Iraqê hebûna leşkeran weke “dagirkerî” binav dike. Hikûmeta Tirkiyê jî diyar dike ku ew ji bo hevkariyê amade ne.
Wezareta Derve ya Iraqê jî li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî giliya Tirkiyê kir û daxwaza civîna lezgîn kir.
Rudaw
