• Monday, 23 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Em biserneketin

Gulan Media October 6, 2016 Nûçe
Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Em biserneketin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, ew çawa li Sûriyê li dijî rêxistina DAIŞê hevkariyê dikin dixwazin li Iraqê jî bi wî awayî hevkariyê bikin.


Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê geşedanên vê dawiyê yên li Iraq û Sûriyê de daxuyanî da.

Mevlut Çavuşoglu derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê yên li Başîkayê de wiha got:

“Hedefa kampên me li dijî DAIŞê rahênana leşkerî ya hêzên xwecihî bike û axa winda kirin paş ve bistînin. Em dibêjin em çawa li Sûriyê li dijî DAIŞê hevkariyê dikin, dixwazin li Iraqê wîsa hevkariyê bikin. Me nêrîn û helwesta xwe ya derbarê Iraqê de ji rêveberiya Bexdayê ragihand. Min li Venezuelayê hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re pêk anî û min ev yek li wê derê jî ji wî re got. Ez bawer dikim emê vê mijarê çareser bikin.”

Çavuşoglu amaje kir ku ew hevgirtiya axa Iraqê dixwazin ew di mijara terorê de piştgiriya Iraqê dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê herwiha amaje kir ku li Sûriyê agirbest ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê û hêzên piştevaniya wê dikin ve hatiye binpêkirin û wiha domand:

“Me derheqê agirbestê gelek civîn pêk anîn. Min û Kerry rewş li ser pêyan nirxand. Me her car biryar dan lê ti caran bicî nekir. Welatên hevserokatiyê dikin hene. Diyar e ku her car agirbes ji aliyê rejim û hêzên piştevaniya wê dikin ve tê binpêkirin. Di mijara alîlariya mirovî de Neteweyên Yekbûyî jî û em jî biserneketin. Sedem jî astengî bûn. Dibe ku ev fersendeya herî dawî be.”

Rudaw
Top