Mesrûr Barzanî: Şerê Mûsilê dê şerekî giran be
Mesrûr Barzanî ji televîzyona Sky News a Brîtanyayê re behsa şerê Mûsilê û Pêşmerge kiriye û gotiye, ew deverên ku niha di destê Pêşmerge de ne, beşek ji xaka Kurdistanê ne û Pêşmerge li wan deran dernakeve. Ti sebebek jî bo vekişîna Pêşmerge ji wan deran nîne.
Barzanî derheqê şerê azadkirina Mûsilê de jî gotiye, şerê azadkirina Mûsilê dê şerekî giran be çimkî bi qasî ku haya me jê heye çekdarên DAIŞê gelek tunêl li nav bajêr de vedane û dê li ber xwe bidin.
Basnews
