• Monday, 23 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê giliya Tirkiyê li Konseya Ewlekariya NY kir

Gulan Media October 6, 2016 Nûçe
Hikûmeta Iraqê giliya Tirkiyê li Konseya Ewlekariya NY kir
Wezareta Derve ya Iraqê ji Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz kir ku di mijare habûna leşkerên Tirkiyê yên li Başîqayê de civîneke lezgîn saz bike.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî hişyarî da û ragihand ku hebûna leşkerên tirk dibe bibe sedema şerekî herêmî û got ku ew naxwazin ligel Tirkiyê bên hemberî hev.

Ebadî diyar kir ku wan gelek caran ji Tirkiyê xwestiye ku tevlî karê navxwe yê Iraqê nebe û got, "Em ditirsin ku ev maceraya Tirkiyê bibe sedema şerekî herêmî."

Parlamentoya Iraqê jî Artêşa Tirkiyê weke "dagirker" binavkiribû û daxwaz kiribû ku Tirkiye leşkerên xwe ji Başîqaya Mûsilê vekişe.

Rudaw
Top