Hikûmeta Iraqê giliya Tirkiyê li Konseya Ewlekariya NY kir
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî hişyarî da û ragihand ku hebûna leşkerên tirk dibe bibe sedema şerekî herêmî û got ku ew naxwazin ligel Tirkiyê bên hemberî hev.
Ebadî diyar kir ku wan gelek caran ji Tirkiyê xwestiye ku tevlî karê navxwe yê Iraqê nebe û got, "Em ditirsin ku ev maceraya Tirkiyê bibe sedema şerekî herêmî."
Parlamentoya Iraqê jî Artêşa Tirkiyê weke "dagirker" binavkiribû û daxwaz kiribû ku Tirkiye leşkerên xwe ji Başîqaya Mûsilê vekişe.
Rudaw
