Li Şingalê kesekî din hat terorkirin!
Rêveberê nahiya Sinûnê ya Şingalê, Nayîf Seydo ji BasNewsê re got, îro danê sibê termê kesekî êzîdî bi navê Hadî Îdo Qasim kuştî hat dîtin.
Nayîf Seydo her weiha got, ew welatiyê êzîdî hatiye terorkirin û cenazê wî jî di navbera gundên Dugirê û Duhola de hatiye dîtin.
Rêveberê nahiya Sinûnê da zanîn ku ew welatiyê êzîdî ev çend roj bûn wenda bibû û got, Hadî Îdo Qasim xelkê devera Xanesorê bû, çûbû serdana mal û milkên xwe bike lê mixabin tê terorkirin.
Nayîf Seydo anî ziman ku ev cara yekmîn nîne bûyerên bi vî rengî li Şingalê diqewimin û got, divê encamderên vê tawanê zû bên eşkerekirin.
Çend roj berê jî du pêşmergeyên xwebexş li devera Şingalê hatibûn kuştin.
Rudaw
