• Monday, 23 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeka Balyozxaneya Amerîkayê dike

Gulan Media October 5, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeka Balyozxaneya Amerîkayê dike
Roja Çarşem 2016-10-05 Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Stefan Williams Cîgira Balyozê Amerîkayê li Îraqê û şandeka pê re kir.

Williams serdana Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê û destpê kirina diyalog ji bo çareser kirina pirsgrîkan giring nirxand û pêdagirî li ser bihêzkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir û bal kişande ser rola Pêşmerge li şerê dijî terorê û hebûna gelek koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr bi giring nirxandina alîkariyên Amerîkayê li destpêka şerê dijî terorê ji bo Herêma Kurdistanê, hêvî xwest alîkariyên serbazî û mirovî berdewam bin û pêdagirî li ser asayî kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û ji hev têgihiştinê kir.

Derbarê şerê dijî terorê, Nêçîrvan Barzanî pêdagirî li ser hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê û hevpeymanan kir ji bo rizgar kirina bajarê Musilê û danana pilanekê ji bo qunaxa piştî DAIŞê.

Li dawiyê jî her du aliyan bal kişandine ser dawîn pêşhatên deverê û hizir û dîtinên xwe derbarê hinek pirsan xistine berçav.

Top