Konsulusê Fransa: Alîkariyên me bo pêşmerge berdewam dibin
Di serdana xwe ya dibistanekî Fransayê ya li bajarê Silêmaniyê de roja 05.10.2016ê konsolê giştî yê Fransayê li Kurdistanê Dominique Mas ragehand: ‘’Fransa wê alîkariyên xwe yên leşkerî bo hêzên Pêşmerge berdewam bike, herwaha li gel wê jî artêşa Fransa hemû hewldanên xwe pêşdixe bo alîkariyên madî û menewî ji Herêma Kurdistanê re bibe piştevan.’’
Derbarê operasyona Mûsilê de wê heta çi astekî de beşdar be de, konsolê Fransayê Dominique Mas ragehand: Belê Fransa wê xwedî rolekî bi bandor be di operasyona azadkirina Mûsilê de, ji ber serokê Fransayê biryar daye bo têkbirina DIŞIê gelek binkeyên leşkerî li nêzîk Mûsilê bi cîh bibe.’’ Herwaha teqez kir: ‘’Yek ji alîkariyên Fransa bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ew e ku hêzên Fransa bi gelek tîman ve perwerdeya leşkerî dide Pêşmerge.’’
Konsolê giştî yê Fransa aşkera kir: ‘’Keştiya balefir helgir a Charles de Gaulle li kendava ereb de ye, bo azadkirina Mûsilê ji destên terorîstên DIŞIê wê çalak be.’’
Herwaha balkêşa ser paşerojê de alîkariyên mirovî yên Fransayê, ku wê ji Kurdistanê re zêde bibin û diyar kir; bi taybetî tîmekî profesyonel a Fransayê wê perwerdeya rakirina mayînan bide Pêşmerge.
