Mesrûrû Barzanî: Hebûna lihevhatineke siyasî fakterê parastina aştî û aramiyê ye
Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgira Serokê nuneratiya Amerîkayê ya li Îraqê Stephanie Williams kir.
Di civîna navbera her du aliyan de giftûgo derbarê girîngiya pêdiviyên leşkerî û siyasî yên taybet bi operasiyona azad kirina deverên di bin destê terorîstên DIŞIê li Îraqê de hate kirin û her du alî tekez li ser lihev kirina siyasî ya di navbera pêkhateyên Îraqê kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî got: Lazime beriya her tiştekî kêşeyên etnîkî, siyasî û olî yên pêkhateyên cuda cuda bi awayekî bingehîn werin çareserkirin, jiber ku li gor me dema Mûsil were azad kirin vê çendîn kêşe ji nûve serî hilbidin jiber vê çendê lihev hatina siyasî ya di navbera pêkhateyan beriya destpê kirina operasiyona azad kirina Mûsilê faktereke girîng ya aranî û aştiyê ye.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Williams balkêşandine ser pêdiviyên leşkerî yên hêzên pêşmerge û pêşkêş kirina hevkariyên însanî yên zêdetir bo Kurdistanê jiber ku tê payîn di encama destpê kirina operasiyona azad kirina Mûsilê de vê hijmareke zêde ji şêniyên vê bajarê berê xwe bidin Kurdistanê. Her di vê derbarê de jî Williams balkêşande ser amadekariyên heyî yên bihawar hatina însanî û ragehand ku hewlên wan li gel NY û saziyên din yên însanî berdewamin bo ku pêşwaziyeke baş ji rewşa han were kirin.
Nav hatî di dawiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku danûstandinên wan yên li gel hikûmeta Kurdistanê jî berdewam dibin.
