Serok Barzanî û Biden rewşa siyasiya Iraqê û operasyona azadkirina Musilê nirxandin
Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistan û Pêşmerge û Serok Barzanî hebû û piştevaniya xwe jî ji bo siyaset û stratejiya Serok Barzanî û awayê serkirdayetîkirinê ragihand û wê yekê xisterû ku ew serkeftinên li şerê terorê de bi dest hatiye encamê karê hevbeşa Pêşmerge û hêzên Iraqê û hevpeymanan bûye û pêkve karê hevbeşên ciddî jî ji bo bi dawî anîna Da'îş encam didin. Her wiha palpiştiya welatê xwe jî ji bo rêkkeftin û plana serbazî ya azadkirina Musilê dûpat kir.
Cîgirê Serokê Amerîka pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir ku serdana çend roj berê yê Bexdayê serkeftî bûye û encamên baş jî pêkhatine û tekez li wê yekê kir ku Amerîka palpiştiya rastgoyî û siyaseta pir bawer ya Serok Barzanî ye.
Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmet û Artêşa Amerîkayê kir ku li şerê terorê da Pêşmerge bûne û eve jî dûpatkir ku Herêma Kurdistanê şerê terorê bi erkekî exlaqî û mirovî û bi ewlewiyeta xwe dizane.
Her li vê peywendiyê da behsa çawayiya muamelekirina li gel kêşeya koçberan kirin û Cîgirê Serokê Amerîka naveroka plana welatê xwe ji bo girifta koçberan û hevkariya darayî ya paşaroja Musilê xisterû.
