Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê derket 34an
Pêr bi şev li bajarê Hesekê yê Kurdistana Rojava, teqîneke xwekujî li nav şahiyekê de qewimîbû. Di wê teqînê de ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû kirin, gelek kes hatibûn kuştin û birîndar bibûn.
Li gorî agahiyan, hejmara kuştiyên wê bûyerê her ku diçe zêde dibe, herî dawî hejmara kuştiyan derketiye 34an.
Li aliyekî din, rêveberiya Kurdistana Rojava di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber teqîna Hesekê li seranserî Kurdistana Rojava sê rojan şîn tê ragihandin.
Basnews
