• Monday, 23 February 2026
logo

Pasdarên Îranê: Me 12 çekdarên PJAKê kuştin!

Gulan Media October 5, 2016 Nûçe
Pasdarên Îranê: Me 12 çekdarên PJAKê kuştin!
Pasdarên Îranê îdia kirine ku li devera Selas Bawecanê ya Kirmaşanê, 12 gerîlayên PJAKê kuştine.

Malper û çavkaniyên nêzîkî pasdarên Îranê îdia kirine ku li gundê Çingirban li devera Selas Bawecanê ya Kirmaşanê, komek çekdar ji aliyê pasdaran ve hatine kuştin ku hemû jî endamên PJAKê ne.

Pasdar dibêjin, li wir şerekî giran derketiye lê li gorî wêne û vîdyoyên ku hatine belavkirin, tenê hêza asmanî û topxaneyên pasdaran tevlî wê operasyonê bûne.

Fermandeyekî pasdaran jî gotiye, milîs û pasdarên herêmî jî alîkariya wan kirine.

Li gorî agahiyên BasNewsê, pasdarên Îranê cenazeyên wan çekdaran di nav gundan de gerandine û bê hurmetî li wan kirine.

Heta niha ne PJAKê ne jî partiyên din ên kurdî tiştek li ser vê yekê negotine.

Basnews
Top