KURDISTAN - Peymana ligel mezinê petrola cîhanê îro ye
Hikûmete Herêma Kurdistanê îro (05-10-2016) dê girêbesta ligel şîrketa mezin a cîhanê Deloîtte, îmze bike. Di dema îmzekirina girêbestê de dê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubat Talabanî jî amade be.
Payemnêrê Rûdawê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêngavên çaksaziyê de ji bo şefafiyeta berhemanîn û firotina petrolê û gazê vê girêbestê îmze dike.
Peyamnêrê me got, “Ji bo gotûbêja hikûmetê û aliyên din ên liser hejmar û amarên berhemanîn û hinardekirina petrolê û herwiha giliyên aliyên li parlamentoyê bidawî bibin, girêbesta ligel Şîrketa Deloîtte pir giring e. Karê vê şîrketê ew e ku raya hemû aliyan bigre û paşî şopandina meydanî bike, encaman jî ligel rayagiştî parve bike.”
Şîrketa Deloîtte yek ji şîrketên mezin ê cîhanê ye ku li gelek welatan baskên wî hene. Ev şîrket çavdêriya deranîn û hinardekirina petrola welatên mezin dike.
Bi hatina Deloîtte êdî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bêyî îmzeya vê şîrketê ti raporekî naweşîne.
Rudaw
