• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Koriya Başûr li Iraqê kir

Gulan Media October 5, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Koriya Başûr li Iraqê kir
Roja sêşem 04.10.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Song Wong-Yeob Balyozê nû yê Koriya Başûr li Iraqa Federal û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Koriya Başûr li Iraqê bi navê gel û Hikûmeta Koriya Başûr spasî qurbanîdan û xweragiriya gelê Kurdistanê û Pêşmergeyan ya li şerê dijî terorîstan kir û ji bo wan serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan da bi dest ve aniye pîrozbahiyê jî li Serok Barzanî kir û eve jî xisterû ku ji wê yekê bawerîn ku gelê Kurdistanê li bin serkirdayetiya Serok Barzanî li ser astengan da serdikevê. Li dirêjahiya axaftina xwe de serdana çend roj berê ya Serok Barzanî li Bexdayê bi girîng û dîrokî wesif kir û hêvî xwest kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda bêne çareser kirin.

Balyozê Koriya Başûr Serok Barzanî ji wê yekê agahdar kir ku welatê wan bi niyaze asta nûnerayetiya xwe li bajarê Hewlêrê ji Nivîsîngeha Balyozxaneyê bilind bike û bike Konsolxane û ji bilî balkişandina li ser şiyana aboriyên Herêma Kurdistanê amadehiya welatê xwe ji bo kûrtirkirina peywendiyan û kar û projeyên hevbeş xisterû.

Li beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Koriya Başûr xwest û balkişand li ser kar û çalakiyên Firqeya Zeytun ya Koriya Başûr û wekî pirekî bi hêz ya peywendiya di navbera Kurdistan û Koriya Başûr da zanîn. Serok Barzanî her wiha eve jî ji bo şanda mîhvan xisterû ku gelê Kurdistanê rêzekî taybet ji bo gelê Koriya Başûr heye û xweşhaliya xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan nîşanda.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê gefa terorîstan li ser asta cîhanî û operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî Da'îş de danustandina bîr û ramanan kirin.

Top