Enqerê Bexda şermezar kir
Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekî, biryara Parlamentoya Iraqê ya 4ê Cotmehê ya derbarê hebûna leşkerên tirk ên li navçeya Başîqa ya Mûsilê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi taybetî em tometên li hember serokomarê xwe bi tundî rexne dikin.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew vê biryara parlamentoyê weke biryara hemû gelê Iraqê nabînin.
Hêjayê gotinê ye ku Parlamentoya Iraqê roja 4ê Cotmehê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihandibû ku biryara Parlamentoya Tirkiyê ya derbarê dirêjkirina tezkereyê û heyema mayîna leşkerên tirk ên li Iraqê, nayê qebûlkirin.
Parlamentoya Iraqê di daxuyaniya xwe de gotibû, “Divê hêzên tirk weke hêzên dagirker bên dîtin û ji bo ji nava axa Iraqê bên derxistin, tişta pêwîst bê kirin.”
Rudaw
