Hikûmeta Kurdistanê kiryara terorîstiya Heseke şermezar dike
Ev li jêr teksta daxuyaniyê:
Şeva borî 3/4 meha çirya pêşîn, bajarê Heseke bo armanca terorîstên dijî mirovatiyê û di necamê wê kiryara terorîstî de hijmareke mezin ji şêniyên bajêr yên bûguneh bûn qurbanî.
Tevî ku em wê kiryara tirsinok û nemirovane ya terorîstî ku ji encamê şikestina yek li pey ya din ya terorîstane li bereyên cengê şermezar dikin, em sersaxiyê jî li malbatên şehîdan dikin û hêvîxwzîn bi lezgînî hemû birîndar çak bibin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke erkek neteweyî û mirovî derhq xûşk û birayên me li rojavaya Kurdistanê, saziyên peywendîdar radispêre hemû hevkarî û alîkariyên pizîşkî pêşkeşî lêqewmiyên wê karesata diltezîn bikin û ya pêwîst be jê re bi cî bikin.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
04.10.2016
