• Monday, 23 February 2026
logo

CHP girtina televizyonên Kurdî şermezar kir

Gulan Media October 5, 2016 Nûçe
CHP girtina televizyonên Kurdî şermezar kir
Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragehand ku, di weşanên zindî de dest danîna ser saziyên medyayê karê derbekaran e.

Kiliçdaroglu li ser twitterê derbarê reşkirina ekranên televîzyonên kurdî û daxistina hin televîzyonan de nerazîbûna xwe nîşan da.

Da zanîn ku, eger di nav 14 salan de welat hatiye qonaxa derbeyê, hikûmet û desthilat berpirsê vê ye kê ne ku qurban in.

Kiliçdaroglu her wiha da zanîn, demokrasî bi medyaya azad ku hember dîktatorî û derbeyên sivîl serê xwe natewîne bilind dibe.

Hikûmeta Tirkiyê di çarçoveya yasaya rewşa awarte de, 20 televîzyonên kurdî daxistin û deriyên wan morkirin. Duh jî polîsan di weşana zindî de televîzyon ÎMC dagirkirin weşana wê rawestandin.

K24
Top