• Monday, 23 February 2026
logo

Polîtburoya PDKê êrîşa Hesekê şermezar kir

Gulan Media October 5, 2016 Nûçe
Polîtburoya PDKê êrîşa Hesekê şermezar kir
Li gor beyanameya polîtburoya PDKê derbarê bûyera şeva borî ya li dawetekî de li bajarê Hesekê pêkhat û bû sedema şehîdbûna herî kêm 30 kesî û bi dehan birîndaran şermezar kir û diyar kir: ‘’Em serxwaşiya xwe li kesûkarên şehîdan dikin û hêviya silametiyê li birîndaran re dixwazin û ew tewanê hovane bi tundî şermizar dikin û hevxemiya xwe bo xwîşk û bira û kesên qurbaniyan radigehînin.’’

Polîtburoya PDKê diyar kir, ew bûyera bi tewan nîşaneya têkçûn û şikestên li dû hev ê wan yekeyên terorîstên mejiyê wan tevliheve ku hêviya xwe di bûyerên waha de dibînin û xwe davêjin kiryarên waha hovane û yên dijî hemû ol û ayîn û irf û kevneşopiya mirovahiyê.

Dawiyê de hêvî tê xwastin û tê gotin: ‘’Em hêvîdarin ev bibe xema dawiyê ya hemwelatiyên xoştevî yê rojavayê Kurdistanê û ev bûyer bibe zêdetir hewldan û hêvinê yekgirtinê û bi biryarbûn li ser mafê netewî û niştimanî û bidestxistina paşerojekî bi refah û seqamgîr û bextewer bo hemû gelê me.’’
Top