• Monday, 23 February 2026
logo

Fermandeyekî Pêşmerge: Tirsa wê heye Tirkiye bi hêceta PKKê li çiyayê Şingalê bide!

Gulan Media October 5, 2016 Nûçe
Fermandeyekî Pêşmerge: Tirsa wê heye Tirkiye bi hêceta PKKê li çiyayê Şingalê bide!
Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, eger PKK çiyayê Şingalê vala neke tirsa wê heye Tirkiyê wê derê bombebaran bike.

Berpirsê operasyonên hêzên Pêşmerge li Şingalê, Qasim Dirbo ji BasNewsê re got, hebûna PKKê li çiyayê Şingalê her ku diçe dibe sebeba aloziyên zêdetir.

Qasim Dirbo her wiha got, PKKê bi terorkirina wan du karmendên Duhokê li ser çiyayê Şingalê alozî çêkiriye û ew alozî her ku diçe kûrtir dibe.

Dirbo anî ziman ku divê PKK ji çiyayê Şingalê derkeve û got, eger PKK ji wir dernekeve tirsa wê heye Tirkiye çiyayê Şingalê bombebaran bike û ew der dîsa bibe meydana şer.

Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, piştî ku xekê Şingalê daxwaz ji PKKê kirin Şingalê vala bike, PKK ew du karmendên Duhokê teror kir.

Basnews
Top