• Monday, 23 February 2026
logo

Li Sûriyê leşkerekî Tirkiyê hate kuştin û 3ê birîndar bûn

Gulan Media October 5, 2016 Nûçe
Li Sûriyê leşkerekî Tirkiyê hate kuştin û 3ê birîndar bûn
Li Sûriyê devera Raiyê leşkerekî Tirkiyê hate kuştin û 3ê leşkerên din jî birîndar bûn.

Sererkaniya Tirkiyê di daxûyaniyeke nivîskî de ragihand ku, li Sûriyê devera Raiyê navbera hêzên wan çekdarên wan û DAÎŞê de pevçûn derketiye.

Di encama wî şerî de leşkerî Tirkiyê canê xwe ji dest da û 3ê leşkerên din jî birîndar bûye. Herwiha 18 çekdarên DAÎŞê jî hatine kuştin.

Tirkiye ev 43 roj in li Sûriyê operasyona Cerablûsê bi rê ve dibe. Bi amara dawî heta niha hejmara leşkerên Tirkiyê ku, li Sûriyê canê xwe ji dest dane gihişt 11e kesan.

Rudaw
Top