Li Sûriyê leşkerekî Tirkiyê hate kuştin û 3ê birîndar bûn
Sererkaniya Tirkiyê di daxûyaniyeke nivîskî de ragihand ku, li Sûriyê devera Raiyê navbera hêzên wan çekdarên wan û DAÎŞê de pevçûn derketiye.
Di encama wî şerî de leşkerî Tirkiyê canê xwe ji dest da û 3ê leşkerên din jî birîndar bûye. Herwiha 18 çekdarên DAÎŞê jî hatine kuştin.
Tirkiye ev 43 roj in li Sûriyê operasyona Cerablûsê bi rê ve dibe. Bi amara dawî heta niha hejmara leşkerên Tirkiyê ku, li Sûriyê canê xwe ji dest dane gihişt 11e kesan.
Rudaw
