• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Brîtanya kir

Gulan Media October 5, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Brîtanya kir
Roja sêşem 04.10.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Brîtanya kir ku ji Dr. Christian Turner Birêveberê Rojhilata Navîn û Efrîqa li Wezareta Derve û Gwyn Jenkins Cîgirê Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî û Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û John Sharp Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bilî wê yekê ku pêzanînên wan ji bo rola gelê Kurdistanê û qurbanîdana Pêşmerge li şerê dijî terorîstan hebû, Serok Barzanî ji stratejî û şaşiyên giştiyên siyaseta derveyê Brîtanya ya di derbarê Iraq û Herêma Kurdistanê de agahdar kirin û tekez li ser girîngiya Herêma Kurdistan û navçeyê ya ji bo asayîşa neteweyî ya welatê xwe kirin. Eve jî ragihandin ku hatine ji hevkêşe siyasiyan û pêşhatên meydaniyên li Iraq û navçeyê û her wiha encamên serdana Serok Barzanî ya Bexda ji nêzîk ve agahdar bibin.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda Wezareta Derveyê Brîtanya kir û li axaftina xwe de behsa ewlewiyet û siyaseta Herêma Kurdistanê ya li ser şerê Da'îş û qonaxa piştî Da'îş û babeta koçberan kir. Her wiha qonaxên dîrokî ya gelê Kurdistan û meseleya hevbeşî ya li gel dewleta Iraqê şîrove kir û ronahî xiste li ser daxwazên gelê Kurdistanê û paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û dewleta Iraqê.

Her li vê kombûnê da her dû alî hevrebûn ku ji bo rêgirtina li serhildana kêşe û giriftên kûr yên siyasiyan ku li qonaxa piştî Da'îş jî li ber çav bê girtin û bi hemahengî û hevkariya hemû aliyek kar ji bo wê bê kirin. Her wiha şanda mîhvan piştevaniya xwe ji bo siyaseta diyalog û danustandina Serok Barzanî ragihand û tekez li wê yekê kir ku civaka navdewletî palpiştiya van cûre stratejî û siyasetan dibe.

Top