• Monday, 23 February 2026
logo

YPG: Meha borî,Tirkiyê 26 caran êrişî me kiriye

Gulan Media October 4, 2016 Nûçe
YPG: Meha borî,Tirkiyê 26 caran êrişî me kiriye
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, di meha Îlonê de Tirkiyê 26 caran êrişî çeperên wan ên li Kurdistana Rojava kiriye.

YPG bîlançoya şerê meha Îlona îsal eşkere kir. Li gorî wê bîlançoyê, di meha Îlonê de 81 çekdarên DAIŞê û yên rêxistinên din ên radîkal ji aliyê şervanên YPGê ve hatine kuştin, 4 jî bi saxî hatine girtin, her wiha 15 şervanên YPGê jî di şer de şehîd bûne.

YPGê her wiha daye zanîn ku di heyama mehekê de Tirkiyê 26 caran, DAIŞê 28 caran û çekdarên opozîsyona Sûriyê jî 18 caran êrişî wan kirine.

Basnews
Top