YPG: Meha borî,Tirkiyê 26 caran êrişî me kiriye
YPG bîlançoya şerê meha Îlona îsal eşkere kir. Li gorî wê bîlançoyê, di meha Îlonê de 81 çekdarên DAIŞê û yên rêxistinên din ên radîkal ji aliyê şervanên YPGê ve hatine kuştin, 4 jî bi saxî hatine girtin, her wiha 15 şervanên YPGê jî di şer de şehîd bûne.
YPGê her wiha daye zanîn ku di heyama mehekê de Tirkiyê 26 caran, DAIŞê 28 caran û çekdarên opozîsyona Sûriyê jî 18 caran êrişî wan kirine.
Basnews
